Li ser Swedbank ê

Senior and child working in the greenhouse

Swedbank bankek nûjen e ku rehîştên bihêz di dîroka bankedariya Swêdê de heye.
Em bankek giştî ne ku 7.3 mîlyon mişteriyên me yê taybet û 547,000 mişteriyên kompanî û rêxistinî hene.
Ji ber vê yekê, em bankekin ku li Swêdê me rêjeya herî zêde ji mişteriyan hene û her weha pozisyon pêşketî li Estonya, Latvya û Lîtanya da ne.

Dîrok me

Me nêzî 200 salan ji mişterîyan xwe alîkarî pêşkêş kirîye ji bo pêşerojek baştir depo bikin û deynê bigirin. Cîhan hatîye guhertin û em jî li gor vê hatine guhertin. Lê, pêdivîya ji bankeyek bersivdêr îrro jî her bi qasî destpêka Sedsala 19 ê gelek zêde ye.
Salên herî giring

Hûn hez dikin agahîyên bêtir liser dîroka Swedbank bi zimanê Inglîzî bidest bînin?
Biçe swedbank.com

Aramî kompanîyê

Wekî rêxistinek aborî, Swedbank ji bo parastina pêbawerî dem dirêj a bazar ê û beşên dinê civak divê bi berpirsiyarî û moral kiryarrê bike. Ev banke bi pergal ji alîyê lêkolînerên pispor ji hêla moralî bi sedema lêkolîna "veberanîna civakî ya berpirsyarî" lênêrîn ser tê kirin

Beşdarbûna civaka

Em di mijarên civakî, di nav de, perwerde, bêkariya ciwan û şirketên nû da beşdarin. Pêşveçûna erênî di hemî waran de ji bo pêşveçûna civakî û di encamê de karsaziya ev bankeyê girîng e.

Dor

Em bawer dikin ku serfiraziya me wekî bankek bi arîkariya civakê ve girêdayî ye ku bi pirsgirêkên civakî û jîngehê yên serdema me re hevdîtin bike. Em di karûbarê xerîdarên xwe, rêveberiya sermiyanê xwe, krediyên xwe û pêşkeftina hilbera xwe de, û her weha di operasyonên xwe de li ser vê yekê tevdigerin. Em bi biryar in ku veguheztinek avhewa ya ku bi Peymana Parîsê re hevkariyê dike hêsantir bikin û ji bo pêkanîna Armancên Pêşkeftina domdar ên Neteweyên Yekbûyî (SDG) bibin alîkar.

Mafên mirovan

Em rêzê li mafên mirovan di hemî fonksiyonên karsaziyê de digirin: xebatkarên me, têkiliyên karsaziyê û danûstendinên peydakarê me. Em xetereyên mafên mirovan ên di têkiliyên karsaziyê, biryar û stratejiyê de dinirxînin û hewl didin ku bandorên neyînî yên mafên mirovan ên ku rasterast bi operasyon, hilber û karûbarên me ve têne girêdan, pêşîlêgirtin û kêm bikin.

Dijî gendeliyê

Her tiştê ku Swedbank dike divê bi zelalbûn, pêbawerî û durustî were xuyang kirin. Em li hember hemî awayên gendeliyê li hemî bazarên ku em lê dixebitin helwestek çalak digirin, û em pir dixebitin da ku şûştina dravê gumanbar û fînansekirina terorê kifş bikin û ragihînin. Bank ji bo pêkanîna tevdîrên pêşîlêgirtinê prosedurên hişk piştrast dike da ku xetereyên gendeliyê nas bike û fam bike.