Bankedarîya hevkardarî yê

Woman working on computer while eating a salad

Swedbank yek ji banke yên pêşketî di herêma bakûr Ewropa û Baltîk e. Em bi radest kirina gişt pisporîyên taybetî yê xwe ji were, xizmetên navxweyî û navnetewî pêşkêş dikin. Koma Swedbank xizmetên banke yî yê yam û hêja li gel xizmetên berfirehê aborî pêşkêş dike ku dikare ligor pêdivîyên we yê taybet bê guhertin.

Tiştên ku em pêşkêş dikin

  • Rabêja bi rêya telefon û / an nivsîngeha şaxeyê li demên ku ji were kêrhatî ye.
  • Internet banke û mobile banke ku têda hûn bi hêsanî dikarin wêneyek tam ji babetên xwe yê aborî bidest bînin..
  • Berdestîya li seranserê welat ji nivsîngehên şaxe ya Swedbank û banke yên mawedar.
  • Pêşniyara bestekên aborî ji bo xwediyên kar û barên biçûk.

Me bestekên çareseriyê ji bo xwediyên kar û barên biçûk, cotkaran an kesên ku xwedîyê rêxistinên neqezencî ne hene, Li gel xizmet û pêşniyarên ku alîkarî dike jîyan rûtîna rojane hêsan bibe.

li vir çend nimûne ji hinek xizmetên zêde yê berdest di bestekên wisa da hene:

  • Bankedarîya mobile ya hevkardarî yê
  • Hesaba hevkardarî yê
  • Bankgiro
  • Lêkolînek aborî ya salane gel rênasî û rabêjê liser aborî ya hevkardarîya we (xwediyên kar û barên biçûk û cotkaran).

Eger hûn dixwazin zêdetir liser besteyên cûda bizanin, ji kerema xwe gel nivsîngeha şaxa herêmî ya xwe pêwendîyê bigirin.

Em dixwazin alîkarîya we bikin

Li nava tiştên din, em xizmet û rabêjan di babetên jêr da pêşkêş dikin:

  • Mûçeyên teqawîdiyê û bîmeyê
  • Rêveberîya rîskê
  • Rêveberîya diravê neqd
  • Kar û barên navnetewî
  • Guhertina Xwedîtîyê
  • Veberanîn
  • Dabînkirina aborî
  • Xizmetên Electronîkî
  • Rêveberîya bazirganî
  • Bac û mûçe
  • Navbendkarîya şîrketê
  • Xizmetên xanîyan

Bibine mişterîyek hevkardarî yê

ji kerema xwe ji bo ku hûn bibine mişterîyek Swedbank ê serdana yek ji nivsîngehên şaxeya me bikin.

Eger her core pirsên we liser mişterî bûnê hebe, ji kerema xwe gel Navenda Xizmeta Mişterî - hevkardarî bi hejmara +46 (0) 771-33 44 33 pêwendîyê bigirin.